Sadikûn: Amerika dijminê me ye

Grûba Parlementoyê ya Sadikûn diyar dike ku, divê Iraq li Amerika wekî dijmin temaşe bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûba Parlementoyê ya Sadikûn diyar dike ku, divê Iraq li Amerika wekî dijmin temaşe bike.

Endamê Parlementoya Iraqê Ehmed Kenanî anî ziman ku, ew bi guman li siyaset û armancên Amerika temaşe dikin û wan wekî dijmin pênase dikin.

Ehmed Kenanî diyar dike ku, gava serbazên Amerikî ji Sûriye vekişiyan, dê li Iraqê bicîh bibin, lê li hember vê yekê dê gelê Iraqê li berxwe bide û destûrê nede.

Serokê Grûba Sadikûn Keys Xezelî dinav hêza Heşda Şabî de, Serokê grûba Ehl – ûl Heq e. Xezelî yek ji wan kesan bû ku êrîşên tund birin Serokê Amerikayê Donald Trump, gava seredana serbazên Amerîkî  li bînkeya Eyn – ûl Esed li rojavayê Enbarê kiribû.

 

 

 

C.B