“Hêzên Îmaratî û Misrî li Minbic û bakurê Sûriyê bicih dibin”

Hejmarek ji fermandarên Misrî û Îmaratî serdana bajarê Minbicê kirine û eger e hêzên her du welatan li wî bajarî werin belavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hejmarek ji fermandarên Misrî û Îmaratî serdana bajarê Minbicê kirine û eger e hêzên her du welatan li wî bajarî werin belavkirin.

Pêgeha “Debka” a nêzîkî hewalgîriya Îsraîlê ji hin jêderan veguhastiye, Serokê Amerîka Donald Trump bi Cihnişînê Ebû Zebî Mihemed Bin Zayid û Serokê Misrê Ebdilfetah Sîsî re di pêwendiyê de ye ji bo şadina hêzên wan her du welatan bo bajarê Minbicê.

Da zanîn jî, heger hêzên Îmaratî û Misrî derbasî Minbicê bûn, Amerîka dê esmanê wî bajarî dabîn bike û eger heye li hin navçeyên din û heta sînorê Sûriye – Iraqê jî ew her du hêz belav bibin.

Şanderê K24ê bo Minbicê da zanîn, hîna hêzên Amerîkî li wî bajarî ne û tevî artêşa Sûriyê berî çend rojan ragihandibû ku ewê derbasî bajêr bibin, lê hîna derbas nebûne. Herwiha hêzên Tirkî ji li nêzîkî Minbicê li deverên “Mertala Firatê” di amadehiya derbasbûna bajêr de ne.

Li gor pêgeha Debka, heger rêkeftina Amerîkî bi Îmarat û Misrê re temam bibe, dê hêzên Mexreb, Cezaîr û Siûdiyê jî bêne Minbicê.

Ev yek di demekê de ye, rojnameya “Gaurdian“ a Brîtanî 30 meha Berçileya 2018an belav kir, şandeke leşkerî ya Misrî û Îmaratî serdana Minbicê kir û bi fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) civiyan.

Li gor hatiye belavkirin, ew fermandar bi mebesta belavkirina hêzên Misrî û Îmaratî li Minbicê ji piştî vekişandina hêzên Amerîkî, rewşa li navçê dişopandin.

Pêştir medyaya Tirkiyê belavkiribûn, hêzên Erebî yên Siûdî û Îmaratî serdana Bakur û rojhilatê Sûriyê kiribûn, lê Balyozxaneya Siûdî li Enqerê ew nûçe red kiribû.

Ajansa “Anadolu” jî diyar kiribû, hatina hêzên Siûdî û Îmaratî bo bakur û rojhilatê Sûriyê bi armanca damezrandina “Pasewanên sînor” li ser sînorê Sûriye û Tirkiyê ye.

 

S. B