Tirkiye dê ji vir û pê ve li Sûriyê çi bike?

Biryara vekişina Amrîkayê ya ji nava Suriyê û encamên civîna li Moskovayê ji bo Tirkiyê tê çi wateyê? Digel van mijaran Çavdêrên siyasî yên li Tirkiyê û pêwendiya nû ya ku PYD bi rêveberiya Esed re dinirxînin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Biryara vekişina Amrîkayê ya ji nava Suriyê û encamên civîna li Moskovayê ji bo Tirkiyê tê çi wateyê? Digel van mijaran Çavdêrên siyasî yên li Tirkiyê û pêwendiya nû ya ku PYD bi rêveberiya Esed re dinirxînin.

Li Sûriyê roj nîn e ku rewş nagûhere. Guherînên derbarê Suriyê de di serî de bandorê li Tirkiyê jî dikin. Ji vekişîna Emrîkayê ya ji nava Suriyê heta encama civîna li Moskowayê, piştî demeke dirêj ji nûve vekirina balyozxaneyên welatên Ereb li Şamê di serî de jî ya Dewleta Îmaratê û pêywendiya PYDê ya bi rêveberiya Esed re ji bo Tirkiyê û egerên pêkhatina operasyonên der sînorî tê çi wateyê? Tirkiye wê ji vir û pê li Sûriyê li pey stratejiyeke çawa bimeşe û di pêş de çi eger hene ku careke din Tirkiye li ser mijara Sûriyê bi hin welatan re pozberî hev bibe? Bi boçûna çavdêrê siyasî pakrat Estûkyan, hemû palnên Tirkiyê yên li Sûriyê têkçûne û ji civîna Moskowayê jî destevala vegeriya ye. Niha jî di polîtîkaya derve de dest bi manevrayan kiriye.

Çavdêrê Siyasî Pakrat Estukyan ji K24ê re got: "Ji bo Rojhlatê Çemê Feradê amadekariyan dike lê, Tirkiye ji vir û pê de nikare operasyonekê pêk bîne. Amerîka dibe ku biryara vekişînê ragirti be, lê ev nayê wê wateyê ku bi temamî ji Sûriyê vedikişe. Her çiqas wek dûrketî xuya bike jî ji Amerîkayê, Tirkiye tû carî jê dûr nekitibû. Her çiqas S-400an bikire jî wê Amerîka bike ku li ser Sûriyê di nava Tirkiye û Rûsyayê de şikestinek pê bê. Rûsya jî dizane ku pê re pêywendiyeke taktîkî daniye, ji ber wê jî Tirkiye ji civîna li Moskowayê deste vala vegeriya. Tiştê xuya dike li Sûriyê porsesa nû ya Esad dest pê bike. PYDê jî tevlî wê bûye. Beyî kes hisabê wan bike nikare tû planan rastûrê bike."

Li gorî çavdêrê siyasî Alî Fîkrî İşik jî, cihê ku Amerîka jê vekişiya be, ne Îran û jî Rûsya tû carî naxwaze Tirkiye lê bi cih bibe. Ew dibêje, PYD jî li Minbiçê û deerên din xwe sparte Sûriyê, tew piştî vê saetê tû karê Tirkiyê li Sûriyê nema ye.

Çavdêrê Siyasî Alî Fîkrî Işik dibêje: "Vekişandina Amerîkayê li hisabê kê tê li hisabê Îranê tê, li hisabê Rûsyayê tê û li hisabê Tirkiyê tê. Lê hingî jî divê şertên Astanayê bên pêkanîn. Ne ku rabe ji nû ve wekî aktorekî mezin Tirkiye bikeve nava axa Sûriyê. Îran wê çima vê derfetê bide Tirkiyê, Rûsya wê çima vê derfetê bide Tirkiyê ez ne di wê baweriyê de me."

Pispor dibêjin vekişîna Amerîkayê û karîgertirbûna Rûsyayê ya li Sûriyê, wê bike ku desthilata Beşar Esed careke din wek desthilateke rewa derkeve pêşberî raya giştî ya cîhanê. Yek ji gavên ku vê îdiayê pişterast jî dike, piştî demeke dirêj hewla vekirina balxoxaneyê ya welatên Ereb e li Şamê, di serî de jî ya Delwetên Îmaratê ye. Li gorî pisporan şîroveya van gavên têne avêtin ew e ku ji Tirkiyê re jî tê gotin ku "ti rola te nema ji nava xaka Sûriyê vekişe." Niha jî Tirkiye dixwaze di nava prosesa Astanayê de bimîne da dûrî vê prosesa nû ya Sûriyê nekeve ku ji nûve dê bê dizaynkirin.