Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariya zêdetir ji 1 milyon malbatan kiriye
K24 – Navenda Nûçeyan
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di sala 2018an de 8009 çalakiyên alîkariyê encam dan e û ji 1 milyon malbatan zêdetir ji alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî sûd wergirtin e.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed di kongreyek rojnamevanî de li paytext Hewlêrê , zanyarî liser xebat û çalakiyên Dezgehê yên sala 2018an de dan.
Ehmed anî ziman ku: “Li herêma Kurdistanê û Iraqê 8009 çalakiyên me yên alîkariyê hatine encam dan û ji 1 milyon malbatan zêdetir sûdmend bûn e. Di sala 2019an de em dê çarçoveya alîkariyên xwe berferehtir bikin. Projeya me ya kêmendaman heye û di sala 2019an de, dê wê projeyê lidar bixin”.
Mûsa Ehmed diyarkir ku, dê li Bruksel û Cenewê ofîsan vekin, bi rêya van ofîsan dê bi xebatên tên birêvebirin pirsgîrekên civatî-aborî bigihînin platform û raya giştî ya cîhanî.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di ast a Kurdistanê û Iraqê de mezintirîn Dezgeha Alîkariyê ye û di demên derbasbûyî destê aîlîkariyê gihandiye bi milyonan mirovan, malbatan li herêmê, Kurdistanê û Iraqê.
C.B