Stranên Kurdî gotin, hatin binçav kirin

Li Navçeya Wêranşar a girêdayî Rihayê li Bakurê Kurdistanê, 3 Mûzikjen jiber ku stranên Kurdî gotin e, hatin binçav kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Navçeya Wêranşar a girêdayî Rihayê li Bakurê Kurdistanê, 3 Mûzikjen jiber ku stranên Kurdî gotin e, hatin binçav kirin.

Li Navçeya Wêranşar a girêdayî Rihayê, 3 hûnermendên Kurd piştî şahiyekê ji alî polisan ve hatin binçav kirin.

Ligor Nûçeya Ajansa Mezopotamya, sedema binçavkirina Hunermend Abdullah Sar, Eli Can Temel, Mesut Dîrîl, stranên Kurdî tê nişandan, ku bi propaganda kirina terorê hate nîşandan.

Ev hunermend, bi salan e heman stranan di dawet, şahî, û bernamên televizyonan de, dibêjin.

Hunermenden Kurd, li Bakur û perçeyên din ên Kurdistanê tên naskirin û xwedîyê hejmarek, klip û CD yên Kurdî ne.

 

 

 

C.B