Amerika: Demek destnîşankirî ji bo vekşanê ji Sûriye nîn e

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehand, ku demeke destnîşankirî ji bo vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê nîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehand, ku demeke destnîşankirî ji bo vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê nîn e.

Wezareta Derve ya Amerîka dibêje, ku hêzên wan heta hetayê li Sûriyê namîn in û her vedikişin, lê plana wan ji bi vekişandinê di dema niha de nîn e, û biryara vekişandinê karvedanên mezin li pey xwe ve anîne û nakokî jî ketine navbera  Komarî û Demokratan de.

Serokê Amerikayê berî du hefteyan di twittekê de nivîsand ku, biryar da ye Hêzên Amerîkî ji Sûriye vekişin. Piştî karvedanên berfereh ên navxweyî li nav desthilatê, Kongress a Amerika, raya giştî û derveyî, berî 2 rojan Serokê Amerikayê Donald Trump diyarkir ku, dem ji bo vekşandinê diyar nekiriye û dê Kurdan biparêzin.

 

 

C.B