“Tifaqa partiyên Bakurê Kurdistanê hêviyên Kurdan geş dike”

Li Diyarbekirê 7 partî û rêxistinên Kurdî di banê Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê de Tifaqa Hilbijartinê Rêveberiyên Herêmî ragihand in.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê 7 partî û rêxistinên Kurdî di banê Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê de Tifaqa Hilbijartinê Rêveberiyên Herêmî ragihand in. Nûnerên partiyan, bal kişandin ser êş û azarên Kurdan û peyamên yekitî û tifaqê dan. Hevseroka HDP'ê Perwîn Buldanê amaje kir ku 'pêkanîna yekitiya neteweyî ya Kurd deynê wan ên ji bo Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî ye.' Hevserokê HDP'ê yê berê Selahedîn Demîrtaş jî ji girtîgehê nameyek ji bo tifaqê rêkir û banga xwedîlêderketina tifaqê kir.

Li Diyarbekirê HDP û 7 partî û tevgerên siyasî bi konferansekê rêkeftina Hilbijartinên Rêvberiyên Herêmî ragihand in. Nûner û rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)Hereketa Azadî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Kurd a Şoreşger û Demokrat (DDKD), Partiya Însan û Azadî, Partiya Komunîsta Kurdistanê, Platforma Demokratên Kurd (PDK), Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiyê (PDK-Tirkiye) bi hev re hatin ewyanê. Di daxûyaniya hevpar de qala girîngiya tifaqê hat kirin.

Hevseroka HDP'ê Perwîn Buldanê amaje kir ku hêvî ji wan heye ku ji bo parastina mafên Kurdan tifaqeke berfireh ava bikin, dê ev tifaq ji bo Yekitiya Neteweyî a Kurd bibe bingeh. Buldanê got; "Avakirina Yekitiya Neteweyî deynê me yê ji bo gelê me ye; Em deyndarê Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî, Vedat Aydin û Mezlûm Dogan in."

Pankartên ku li ser "Dest bidin hev, welat li benda me ye" li çar aliyên eywanê hatin daliqandin.

Di eywanê de mûzîkên neteweyî hatin pêşkêşkirin. Gelek nûner û endamên rêxsitinên civaka sivîl, karsaz, rewşenbîr, nivîskar, Dayikên Aşitiyê, Malbatên Roboskî'yê jî beşdarî konferansê bûn. Serokê Platforma Demokratên Kurd (PDK) Sertaç Bucak di daxuyaniya hevpar de got; Desthiladar, mixalefet û partîyên sîstema Tirkiyê, bi plan û programan berê xwe dane doza gelê me. Bi Tifaqa Hilbijartina Heremi ya Kurdistanê em dixwazin sîyaseta sivîl-demokratîk xurt bikin."

Hat destnîşankirin ku, armanca hevpeymaniyê dirustkirina yekîtiya Kurdan li hember fişar û zextên desthilatê ye û ev hevpeymanî ji bo yekîtiya gel gaveke girîng a destpêkê ye. Di daxuyaniya hevpar de hat destnîşankirin ku Kurd dixwazin wekî netewe werin naskirin û mafên neteweyî wekî perwerdehî û nasname hebe û dê bi vê hişmendîyê di şaredariyan de helwesteke neteweyî - demokratîk pêş de bibin. Sekreterê Partiya Însan û Azadî Mehmet Kamaç got; dê bi vê tifaqê helwesta rêveberên Dewleta Tirk ya li hember Kurdan jî nerim bibe.

Mehmet Kamaç ji K24ê re got: "Di 3-4 salên dawîn de gelek êrişên mezin li ser Kurdan çêbûn. Dê ev tifaq bêbaweriyê ji nav Kurdan rake û dê  hêviyên Kurdan geş bike."

Di daxuyaniya hevpar de hat amajekirin ku çawa Tifaqa Cumhur ango AK Partî û MHP dikarin ji bo pêşeroja dewleta xwe tifaqê ava bikin luksa tu kesê jî tune ye ku ji hev bixeyîdin û bi nakokiyên naxweyi ve mijûl bibin; divê li ser nirxên hevbeş yên Kurdan lihev bikin. Parlementera HDP'ê ya Diyarbekirê Dêrsîm Dag jî dibêje, dê ev tifaq hêviyê bide ciwanên Kurdan jî ku li nirxên neteweyî xwedî derkevin.

Dêrsîm Dag wiha ji K24ê re axivî: "Ev tifaqeke dereng mayî bû. Diviya heta niha bihata kirin lê nehat kirin. Ev tifaq ji bo ciwanên Kurd girîng e; lewra paşeroja me ciwan in. Ev Kurdistan, ev ax ama me ye. Ji niha pê de yên ku tifaqê bidomînin ciwanên Kurd in."

Nûnerên partî û tevgerên ku gihiştin rêkeftina hilbijartinê bang li partî û rêxistinên ku beşdarî tifaqê nebûne jî kirin ku di vê pêvajoya dîrokî de bi hev re tevbigirin.  Hevserokê berê yê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş jî ji Girtîgeha Edîrneyê nameyek ji bo tifaqê rêkir. Demîrtaş di nameya xwe de got; sedema êş ên li Kurkûk, Musil, Silêmanî, Efrîn, Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê tên jiyandin ne dijminên Kurdan ne; nebûna yekitiya neteweyî  ye. Ji aliyê di ve dê partiyên ku nav tifaqê de cih digirin bi hev re xebatên hilbijartinên rêveberiyên herêmî bimeşînin. Ji partî tevgerên Kurdistanî jî dê hin kes di bin banê HDP'ê de wekî namzedên şaredariyan werin destnîşankirin.