Politburoyên PDK û YNK sibe li Hewlêrê dicivin
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor agahdariyên ketî destê K24, sibe Politburoyên Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê dicivin.
Her ligor wan agahdariyên K24, babetên sereke yên civîna PDK û YNK, pêkanîna hukimeta Kurdistanê, ya Bexdayê û pirsa Kerkûkê be.
Piştî hilbijartina Parlementoya Kurdistanê di 30ê Îlon a sala par de, PDK û YNK çendîn caran ji bo pêkanîna hukimeta Kurdistanê civiyan e. Di encama hilbijartinan de PDK 45 kursî û YNK 21 kursî bidest xistibûn.
C.B