Dozger dixwazin parêzbendiya 4 Parlementerên HDP bê rakirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Dozgerên Tirkiyê, bi armanca rakirina parêzbendiyan 4 parlamenterên din yên HDPê 11 biryarnameyên nû şandin Parlamentoya Tirkiyê.
Dozgerên Komarê yên Tirkiyê, hewl didin derbarê 4 parlamenterên din yên HDPê de doz û lêpirsîn vekin.
Dozgerên Komarê, daxwaz ji Parlamentoya Tirkiyê dikin ku, parêzbendiya Parlamenterên HDPê, Dersîm Dag, Mûsa Farîsogullarî, Remziye Tosun û Ebrû Guney were rakirin ku derbarê wan de 11 biryarname şandine parlamentoyê.
Parlamenterên HDPê jiber daxuyanî û beşdariya hin şînên gerîlayên PKK, bi bangeşeya PKKê tên tometbarkirin.
C.B