Lavrov: Daxwaz dikin pirsa Kurd bi destûrê bê çareserkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov radigihîne, Rûsya bi yekperçeyîya xaka Iraq û Sûriyê re ye û divê pirsa Kurd li wan her du welatan bi riya destûrê re were çareserkirin.

Sergey Lavrov di konferanseke rojnamevanî de got: “Helwesta me derbarê pirsên girêdayî bi Kurdan li Iraq û Sûriyê û her devereke din ku lê niştecî ne aşkere ye, pêwîst e pirsên Kurd bi riya destûr û yasayên welatên ku tê de dijîn, bêne çareserkirin. Mafên pêkhateyan ku Kurd jî beşek in ji wan netewan e bi riya guftûgo di navbera nûnerên Kurd û hikûmeta navendî de bêne çareserkirin.”

Herwiha got: “Em pêdagiriyê li ser li ser parastina yekperçeyîya xaka tevahiya welatan dikin, ku di dema bûrî de gef li ser yekperçeyîya xaka Iraq, Sûriye û Lîbyayê hebûye. Helwesta me ew e ku Kurd li Iraq û Sûriyê de têgihîştin di navbera wan û hikûmeta navendî de hebe, ji bo parastina yekperçeyîya wan welatan.”