Çavuşoglu: Pêwendiyên me ligel Şamê hene
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Tirkiyê ragihand, ew digel hikûmeta Sûriyê danûstandinan dikin û tenê mayîna Esed liser desthilatê xala nakok a di navbeyna Tirkiye û Rûsya de ye.
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawuşoglu ragihand, Tirkiye pêwendî digel hikûmeta Şamê kiriye, bê ku naveroka wê pêwendiyê eşkere bike.
Çawuşoglu got jî, helwesta Tirkiyê û Rûsya di derbarê çareserkirina krîza Sûriyê de yek e. Nakokiya wan digel Rûsyayê, tenê di derbarê mayîn a Esed di desthilata wî welatî de ye, û tekez kir, Enqere bi awayek ne rasterast digel hikûmeta Sûriyê di pêwendiyê de ye.
C.B