Fûad Husên: Mûçeyên Pêşmerge û Fermanberan hate mîsoger kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokwezîrê Iraq a Federal û Wezîrê Darayî Fûad Husên desnîşankir, ku di budçeya 2019an a Iraq a Federal de, yekem car e mûçeyên fermanber û Pêşmerge hate mîsoger kirin.
Fûad Husên, serokatiya şand a Iraqê ji bo Lûtkeya Davos dike, ku Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Elî Hekîm jî dinav de ye.
Wezîrê Darayî û Cîgirê Serokwezîr ji K24 re diyarkir ku “Ji bo guherînên pêwîst di budçeya Iraqê ya 2019an de û dan a mûçeyên fermanber û Pêşmergeyên Kurdistanê xebatek baş hate kirin û di encama van xebatan de, ew pêşniyarên ku dan e bûne yasa”.
Fûad Husên di çarçoveya Lûtkeya Davos s li Swîsre, gelek hevdîtin ligel şandên welatan encam da û ew hevdîtin bi erênî wesf kirin.
C.B