Bi yekîtiya Kurd Kobanê rizgar bû

Roja 26ê Çile û berya 4 salan hêzên Kurdî li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê derxistina çekdarên DAIŞê û rizgarkirina bi temamî ya bajêr ragehandin, lê ta niha û tevî rizgarkirinê, xelkê wî bajarî ji encamên dagîrkirina bajarê xwe dinalin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Roja 26ê Çile û berya 4 salan hêzên Kurdî li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê derxistina çekdarên DAIŞê û rizgarkirina bi temamî ya bajêr ragehandin, lê ta niha û tevî rizgarkirinê, xelkê wî bajarî ji encamên dagîrkirina bajarê xwe dinalin.

Di 15 Îlona 2014an de çekdarên DAIŞê êrîşî ser herêma Kobanê kirin û gelek gund kontrol kirin û derbasî hin taxên bajarê Kobanê bûn. li ser biryara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Parlementoya Kurdistanê Pêşmergeyên Kurdistanê di 31 Cotmeha 2014'an de berê xwe dan Kobanê bo piştgiriya birayên xwe yên Kurd.

Piştî şerê 5 mehan yên Pêşmergeyên Kurdistanê û şervanên Kurd û bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî, di roja 26 Çileya 2015an de herêma Kobanê ji çekdarên DAIŞê hate pakirin. 

Derbasbûna Pêşmergeyan ne tenê destekdayîneke leşkertî bû, lê belê piştgiriyeke biratî û moralî bû, ku dengvedanek û rûgeşiyeke bê sîrnor di hundirê her Kurdekî de çê kir.

Di 26 çileya 2015' an de Kobanê ji çekdarên DAIŞê hate rizgar kirin û Pêşmerge di 18 Nîsana 2015an de ji Kobanê derketin û vegeriyan Başûrê Kurdistanê. Herwiha Serok Mesûd Berzanî di daxuyaniyên xwe de got ku, avakirina Kobanê erkekî Kurdistanî ye.

 

Çar sal li ser rizgarkirina bajarê Kobanê yê Rojiavayê Kurdistanê ji aliyê Hêzên YPGê, Pêşmerge, û çend girûpekê Artêşa Azad bi alîkariya firokeyên Hevpeyaman derbas dibe, lê hîn jî piraniya bajêr ku ji ber şer û pevçûn û bombebarankirinê wêran bûbû nehatiye avakirin, herweha zêdetirî 300 hezar welatiyên Kobanê hîn li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û Herêma Kurdisrtanê penaber in û venegeryane bajarê xwe.