Mesrûr Barzanî bi şanda Yekîtiya Ewrûpa re civiya

Mesrur Barzanî radighîne, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê di qonaxek nû de ne û daxwaza alîkariyê ji Yekîtiya Ewrûpa ji bo zêdetir rêkxistina wan pêwendiyan kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Mesrur Barzanî radighîne, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê di qonaxek nû de ne û daxwaza alîkariyê ji Yekîtiya Ewrûpa ji bo zêdetir rêkxistina wan pêwendiyan kir.

Îro Şêwirmendê Civata Asayişa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ewrûpayê ji bo karûbarên siyasî Jan Krîstov Bêlyard û şand a pê re civiya. Her dû aliyan metirsiyên serhildana terorê û mekanîzma ya rûbirûbûn a wan metirsiyan û danûstandinên aliyên siyasî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta herêma Kurdistanê gengeşe kirin.

Mesrûr Barzanî, di derbarê pêşhateyên girêdayî pêwendiyên di navbeyna Bexda û Hewlêrê de, amaje bi destpêkirina qonaxa nû ya wan pêwendiyan kir û hêvî xwest, zemîneyek ji bo çareserkirinek bingehîn a pirsgirêkên mayî, di navbeyna her dû aliyan de di çarçoveya Destûrê de, bê peydakirin. Alîkariya Yekîtiya Ewrûpayê jî di vê derbarê de,  bi pêwîst zanî.

Ji aliyê xwe ve Jan Krîstov Bêlyard amadebûna xwe ji bo piştevanîkirina herêma Kurdistanê di warên cuda de û bihêzkirina zêdetir a peywendiyan ji bo pêdawîstiyên herêma Kurdistanê di warên çaksazî de, nîşan da. Hêviya pêşkeftina zêdetir ji bo herêma Kurdistanê xwest.

 

 

 

C.B