3 jinên Kurd ên Êzidî ji destê DAIŞê li Dêrazorê hatin rizgarkirin

Şanderê K24ê li rojhilatê Dêrazorê da zanîn, sê jinên Kurd ên Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanderê K24ê li rojhilatê Dêrazorê da zanîn, sê jinên Kurd ên Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin.

Şanderê K24ê li rojhilatê Dêrazorê Ekrem Salih da zanîn, hejmarek mezin ji malbat û çekdarên DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê li dawî berîka DAIŞê xwe radestî hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikin.

Peyamnêrê me da zanîn jî, ku di nava kesên xwe radestî şervanên HSDê dikin, du jin û keçeke Kurdên Êzidî yên ji devera Til Qeseb a Şingalê hene.

Peyamnêrê da zanîn, navên wan Buhar Bedir, Meqbûla Xidir Paço û Ranya Celal in ji eşîra Mihrika ne.

Di encama êrîşa çekdarên DAIŞê ser Şingalê di sala 2014an de bi hezaran jin û keçên Êzidiyan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandin, tevî rizgarbûna hejmarek mezin ji wan, hîna beşek di destê DAIŞê mane.

Herwiha peyamnêrê da zanîn, ku di nava kesên hatin rizgarkirin, hejmarek jinên DAIŞê yên biyanî hene.

 

Jinên Kurd ên Êzidî cilên reş yên DAIŞê dişewitînin
Jinên Kurd ên Êzidî cilên reş yên DAIŞê dişewitînin
Jinên Kurd ên Êzidî cilên reş yên DAIŞê dişewitînin
Jinên Kurd ên Êzidî cilên reş yên DAIŞê dişewitînin

 

S. B