Akşener: Tifaq ligel HDP şermezarî ye

Seroka Partiya neteweperest ÎYÎyê Meral Akşener liser pirsa egera tifaqa li gel HDPê got, ev yek pir eyb e...

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye û bakurê Kurdistanê ber bi hilbijartinên herêmî ve diçe û di vê çarçoveyê de jî, di navbera partiyên siyasî de rikberî her diçe zêde dibe.

Seroka Partiya neteweperest ÎYÎyê Meral Akşener liser pirsa egera tifaqa li gel HDPê got, ev yek pir eyb e, tifaqa me li gel HDPê tune ye. Herwiha Akşener got, ji bo ku HDP li Îdir û Xelata Bilîsê biser nekeve, ew dê li van deveran namzed dernexin û piştgirî bidin AK Partî û MHPê.

Seroka Partiya Netewperest  ÎYÎyê Meral Akşener li ser pirsa egera tifaqa li gel HDPê got, ev yek pir eyb e, tifaqa me li gel HDPê tune ye. Herwiha Akşener got, ji bo ku HDP li Îdir û Xelata Bilîsê biser nekeve ew ê li van deveran namzed dernexin û piştgirî bidin AK Partî û MHPê.

HDP jî berê eşkere kiribû, ku ew dê li bajarên Stenbol, Îzmîr û Edeneyê namzed nîşan nekin û piştgirî bidin namzedên demokrat.

Ev yek jî, wek piştgiriya namzedên CHPê ku li gel Partiya ÎYÎyê re tifaqa hilbijartinê lidarxistibû, hatibû şîrovekirin.

 

 

C.B