Ebdilcebar Igêdî: Pêşmergeyên Roj beşek ji Sûriyê ne û dê rola wan hebe

Endamê Şanda Opozîsyona Sûriyê bo Herêma Kurdistanê Ebdilcebar Igêdî ji K24ê re got: Hevdtina bi Serok Barzanî baş bû û ji bo vehewandina koçberên Sûrî li Herêma Kurdistanê û helwestên li hemberê gelê Sûriyê û hêza Pêşmergeyên Kurd ên Sûriyê û şerê wan li dijî terorê me spasiya xwe gihande birêz Serok Barzanî.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Şanda Opozîsyona Sûriyê bo Herêma Kurdistanê Ebdilcebar Igêdî ji K24ê re got: Hevdtina bi Serok Barzanî baş bû û ji bo vehewandina koçberên Sûrî li Herêma Kurdistanê û helwestên li hemberê gelê Sûriyê û hêza Pêşmergeyên Kurd ên Sûriyê û şerê wan li dijî terorê me spasiya xwe gihande birêz Serok Barzanî.

Ebdilcebar Igêdî ku berê fermandarerkî leşkerî di nava artêşa Azad bû li ser Pêşmergeyên Roj got: Hêzên Pêşmergeyên Roj beşek in ji Sûriyê û ji şoreşa Sûriyê ne û wan red kir di nav rêzên artêşa Beşar Esed ya tawanbar de be. Pêwendiyên me bi wan re baş in û emê bi hev re piştî rûxandina vê rêjîmê û destpêkirina proseya siyasî, artêşeke niştimanî pêk bînin û emê gel û hemû pêkhateyên xwe yên netewî û yên olî biparêzin.

Derbarê naveroka civîna bi Serok Barzanî re got jî: Me bi Serok Barzanî pirsên wek proseya siyasî, rojhilatê Firatê, vekişandina hêzên Amerîkî, Pêşmerge û PYDê û derketina hêzên Nusra ji Idlibê guftûgo kir û me tekez kir ku divê li Sûriyeya pêşerojê proseyeke aştî hebe ku mafê hemû pêkhateyan lixwe bigire û ti kes neyê piştguhzistin.

Herwiha got: Gelek pêşniyaz ji bo rojhilatê Firatê hene û ew girîdayî têgihîştinên navdewletî û herêmî ne. Serok Barzanî rola wî ya baş li navçê heye û piştgîriya wî ji gelê Sûriyê çi Kurd û çi Ereb re heye û dê rola wî ya baş di proseya siyasî de hebe. Em û ENKS di Îtîlafê de hevbeş in, lê hîna ti biryar nehatine standin ku hêzên Pêşmerge yan hêzên xwecihî dê hebin. Hîna hêzên Amerîkî venekişiyane û hîn ew prose bi temamî ne zelal e.

Got jî: Me bi Serok Barzanî re behsa Efrînê û binpêkirinên tên kirin kir. Niha Artêşa Niştimanî ya ser bi hikûmeta demkî ya opozîsyonê bi hevkarî ligel hikûmeta Tirkiyê kar ji bo rûbirûbûna wan binpêkirinan û sizadana tawanbaran dike. Herwiha kar ji bo vegera koçberên Efrînê tê kirin û em qebûl nakin gelê Efrînê bê koçberkirin. Me şoreş li dijî zulmê kir û em qebûl nakin zulm li ser Kurd bê kirin.

Li ser proseya guhartina demografî ya li Efrînê tê kirin Igêdî got: Tiştê li Efrînê ne guhartina demografî ye û ragihand wê yekê mezin dike. Rast e hin koçber ji Xûtaya Şamê û Humsê hatin û di nava Efrînê de mane, lê ev ne destdanîna ser mal û milkên Efrîniyan e û ne guhartina demografî ye, Binpêkirinên tên kirin nayin qebûlkirin, ev binpêkirin li gelek deverên din jî wek Bab, Cerablus û Ezazê çê bûne, lê ev rewş dê were kontolkirin.

 

 

S. B