Encûmena Pîran pilanên Trump li Sûriye û Efganistanê red dike

Encûmena Pîran Amerîka bi pesendkirina projebiryarekê, plana Trump a vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriye û Efganistanê red kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Pîran Amerîka bi pesendkirina projebiryarekê, plana Trump a vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriye û Efganistanê red kir.

Li gor projebiryareke Encûmena Pîran ku bi 70 dengên “Erê” li hember 26 dengê “Na” hat pesendkirin, grûpên terorist ta niha li Sûriye û Efganistanê li ser ewlehiya Amerîka gef in.

Di civîna Encûmena Pîran de senator Partiya Komariyan Mitch McConnell ragihand, rast e pêşketinên baş li dijî DAIŞ û Qaide li Sûriye û Efganistanê hatine kirin, lê vekişandina hêzên Amerîkî niha ji wan her du welatan, aramiyê li navçê têk dide û dibe sedema derketina valahiyekê ku Îran û Rûsya jê sûdê dibînin.

Bi pesendkirina vê projebiryarê ji aliyê Encûmena Pîran ve ku endamên Komartî tê zorîne ne, plana Serokê Amerîka Donald Trump a vekişandina bilez a hêzên wî welatî ji Sûriye û Efganistanê hat şikandin.

Serokê Amerîka Donald Trump di meha Berçileya 2018an de biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê dabû, lê ev biryara Trump rastî karvedanên mezin hatibû û Wezîrê Berevaniyê ya Amerîka Jim Mattis destê xwe ji kar vekişand.

Biryara vekişandina hêzên Amerîkî nîgeraniyeke mezin li cem Kurdên Sûriyê dirust kiribû, bi taybet ku Tirkiye gefa êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê dixwe.

 

S. B