Kerkûk.. Agir bi konekî koçberan ket û 4 zarokan canê xwe jidest dan

Agir bi konekî kampa Nazrawe ya bajarokê Leylanê ya ser bi Kerkûkê ket, di encamê de 4 birayên zarok canê xwe jidest dan û dê û bavê wan jî şewitîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Agir bi konekî kampa Nazrawe ya bajarokê Leylanê ya ser bi Kerkûkê ket, di encamê de 4 birayên zarok canê xwe jidest dan û dê û bavê wan jî şewitîn.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, derengê şeva bûrî sobeyek teqiya û agir konekî kampa Nazrawe ket û di encamê de 4 zarokên malbatekê canê xwe jidest dan û dê û bavê wan jî şewitîn.

Peyamêrê me da zanîn, dê û bavê zarokan bo nexweşxaneyê hatin veguhastin û di bin çavdêriya tenduristiyê de ne û rewşa wan ne cîgir e.

Malbatên li kampa Nazrawe bicih bûne, koçberên Ereb ên parêzgehên naverasta Iraqê ne û ji ber şerê DAIŞê hatine li wê kampê bicih bûne.