Serok Barzanî û Konsolê Misrê tekeziyê li ser pêşxistina pêwendiyên Hewlêr û Qahîreyê dikin

Serok Mesûd Barzanî û Konsolê Misrê li Hewlêrê Ehmed Cîhad tekeziyê li ser ferehkirin û pêşxistina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Qahîreyê de dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî û Konsolê Misrê li Hewlêrê Ehmed Cîhad tekeziyê li ser ferehkirin û pêşxistina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Qahîreyê de dikin.

Malpera fermî ya Serok Barzanî belav kir, îro li Selahedîn Serok Barzanî pêşwazî li Konsolê Misrê li Hewlêrê Ehmed Cîhad kir.

Di hevdîtinê de ronahî hate xistin ser pêwendiyên di navbera Kurdistan û welatê Misrê. Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir, pêwendiyên gelê Kurdistanê û xelkê Misrê û hikûmeta wî welatî dîrokî ne.

Her di wê hevdîtinê de, tekez li ser ferehkirin û pêşxistina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Qahîreyê de hate kirin.

 

S. B