Aldar Xelîl: Vegera Pêşmerge hîna neketiye rojevê

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên TEV-DEM Aldar Xelîl ji K24ê re li ser avakirina herêma ewle li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê ragihand, Navçeyên Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Firatê ji berê ve bi ewle ne, cihê ku Tirkiye derbasî wê dibe û dagîr dike, ewlehî aramî lê namîne.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên TEV-DEM Aldar Xelîl ji K24ê re li ser avakirina herêma ewle li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê ragihand, Navçeyên Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Firatê ji berê ve bi ewle ne, cihê ku Tirkiye derbasî wê dibe û dagîr dike, ewlehî aramî lê namîne.

Herwiha di egera avakirina herêma bi ewle de jî diyar kir, ew qebûl nakin herêma ewle di bin kontrola artêşa Tirkiyê de be. Heger hat ku hêzeke di navbera Tirkiye û herêmên HSDê de cih bigire, divê hêzeke di asta navdewletî û ser bi Netewên Yekgirtî ve be.

Li ser danûstandinên bi rêjîma Sûriyê re, Aldar Xelîl got: Niha pêwendî bi Moskoyê re tên kirin û nexşerêyek hatiye danîn. Mosko rola navbênker bi Şamê re digire û ta niha ti danûstandinên rasterast bi Şamê re destpê nekiriye û got: “Em bihêvî ne Mosko karibe bi vê rolê rabe û em wek herêmên xweser li bakurê Sûriyê bi Şamê re rûnin û li ser birêvebirina herêmên bakurê Sûriyê û çawaniya têkliyên wê bi Şamê re guftûgoyan bikin.”

Li ser vegera Pêşmergeyên Roj û bicihbûna wê li ser sînor di navbera Tirkiye û hêzên HSDê de, Aldar Xelîl got, hîna ev mijar neketiye rojevê û tenê li ser ragihandinê heye, dema ev mijar bikeve rojevê, wê demê dê gelek pirs hebin.

 

 

S. B