Li Agirî û Edenê 48 bergûmanên PKKê hatin desteserkirin

Li bajarên Agirî û Edeneyê 48 bergûmanên PKKê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin desteserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarên Agirî û Edeneyê 48 bergûmanên PKKê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin desteserkirin.

Parêzgeriya Agiriyê ragihand, li bajarokên Agiriyê dijî kesên alîkariya PKKê dikin operasyoneke berfireh bi rê ve çûye di encamê de 32 kes hatine desteserkirin.

Li bajarê Edeneyê yê Tirkiyê jî operasyon û bisergirtina malan berdewam bû. Hêzên ewlekariyê yên Edenê bi tohmeta ku li dijî girtina rêberê PKKyê Abdullah Ocalanî amedekariya xwenîşandanê dikirin 16 kes desteser kirin.

Duh jî li Wanê bi heman tohmetê 27 kes hatibûn desteserkirin.

 

S. B