HDP û CHP gotinên Ak Partî red dikin: Tifaq tune ye

Ak Partî, du partiyên opozîsyonê CHP û HDP bi tohmeta avakirina tifaqeke terorî tometbar dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Nîqaşên li nav partiyên siyasî yên li Tirkiyê der barê hilbijartina şaredariyan a 31ê Adarê wê pêk were her ku diçe zêdetir dibe. Partiya desthilatdar Ak Partî, du partiyên opozîsyonê CHP û HDP bi tohmeta avakirina tifaqeke terorî tometbar dike, lê her du partiyên opozîsyonê gotinên der barê wan de red dikin û dibêjin tu tifaqeke bo hilbijartinê di navbera wan de tune ye.

Ber bi nêzîkûna hilbijartinên şaredariyan a li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê karîgeriya nîqaşên li nav partiyên siyasî jî zêdetir dibe ku yek ji wan jî nîqaşan jî li ser CHP û HDPê tê kirin. Rayedarên partiya desthilatdar Ak Partî di mitîng û civînên der barê hilbijartinê de iddîa dikin HDP ligel CHP di nav tifaqê de ye û her nêzîkbûna her du partiyan wek bi piştevaniya rêxistinên nelegal pênase dike. CHP gotinên der barê partiya wan de red dike û amaje dike hevkariyeke wan ligel HDP bo hilbijartinê nîn e.

Parlamenterê CHP Mehmet Bekaroglu ji K24ê re got: “Aliyê desthilatdar bi polîtîkaya rageşiyê û bi gotinên terorê ku di mitîngan de tim bilêv dike xelk dide tirsandin da ku dengên xwe zêde bike. Weke din li gor lêkolînên ku gihîştine destê me ji%65 hilbijêrên HDP li cîhên ku HDP namzet nîşan nedaye wê dengê xwe bidin CHP. Ev helwesta dengdêran ji hêla hikûmetê ve tê dîtin loma gotinên nerast belav dikin da ku di hibijartinê de têk neçin.”

Derbarê mijarê de HDP jî dibêje tu tifaqeke wan bi CHP re nîn e û ji bo hilbijartinan banga piştevaniya bo CHPê jî nekirine.

Parlamentera HDP Oya Ersoy wiha axivî: “Nexêr em ji bo hilbijartinên şaredariyan partiyekê nîşanî hilbijêrên xwe nakin ku herin dengê xwe bidin felan partiyê. Stratejiya me eşkere ye: Li bajarên Kurd qeyyûmên ku wek şaredar hatine erkdarkirin bi dengên xelk bên şandin. Li Rojavayê Tirkiyê jî; ji bo rêvebirineke demokratîk û ji bo şikestina tifaqa AKP-MHP hilbijêrên me wê berê xwe bidin eniyên azadîxwaz û yên dijî tifaqa Cumhur.”

Li gor hin lêkolînên civakî û li ser hilbijartinan, dengdêrên HDP ji bilî partiya xwe, zêdetir xwe nêzî CHPê dibînin ev yek jî wiha tê nirxandin: Her çiqas rayedarên partiyê bi şêwazeke fermî tifaqeke ranegihînin jî lê hilbijêr helwesta xwe di rêya tifaqê ku nehatiye avakirin de nîşan dide.