Mesrûr Barzanî tekezî li Qonaxa Nû ya Kurdistanê kir

Mesrûr Barzanî tekezî li ser yekxistina karîn û helwestên aliyên siyasî yên Kurdistanê ji bo derbasbûn ber bi qonaxeke nû dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Mesrûr Barzanî tekezî li ser yekxistina karîn û helwestên aliyên siyasî yên Kurdistanê ji bo derbasbûn ber bi qonaxeke nû dike.

Di civînekê de digel Serokê Saziya Meda ya ji bo ragihandin, çand û hunerê Fexrî Kerîm, Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekezî li ser yekxistina karîn û helwestên aliyên siyasî yên Kurdistanê, ji bo derbaskirina ber bi qonaxa nû kir.

Her di vê civînê de, ronahî xistin ser gavên bilezkirin li pêkanîna Kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gorî girêdana bi jiyana rojane ya welatiyan û pêşxistina proseya demokrasiya Kurdistanê. Di civînê de tekezî li wê yekê hat kirin, ku dê karê pêşiyê yê kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê encamdan a rêforman û rêkxistina saziyan be, bi awayek ku bikaribe, xizmetguzarî û pêwistiyên serekî pêşkêşî welatiyan bike.

 

 

 C.B