HDP: Heta niha Parlemantoyê bo Guvenê bersiv nedaye

Parlamentera HDPê û Endama Komisyona Mafê Mirovan ya Parlamentoya Tirkiyê Meral Daniş Beştaş dibêje: Me beriya 50 rojî ji bo daxwazên Leyla Guvenê serî li parlamentoyê daye, lê heta niha çi bersiv nedane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamentera  HDPê û Endama Komisyona Mafê Mirovan ya Parlamentoya Tirkiyê Meral Daniş Beştaş dibêje: Me beriya 50 rojî ji bo daxwazên Leyla Guvenê serî li parlamentoyê daye, lê heta niha çi bersiv nedane.

Beştaş da zanîn, Hikûmetê Tirkiyê di derbarê daxwazên girtiyan ên rewa de, bêdeng e û ne amade ye ku bersivê bide.

Endama Komisyona Mafê Mirovan ya Parlamentoyê Beştaş got: Hikûmet di derbarê daxwazên Parlamentera Colemêrgê de, berpirsyar e û çi encamek xerap rû bide, çi îro çi sibe, ev desthilatdar berpirs e.

Beştaş, erkên Serokê Parlamentoyê û Wezirê Dadê bibîr xist ku desthilatdariya AKPê dê nikaribe ji berpirsyariya xwe bireve.

Meraş Daniş Bêştaş diyar kir, Parlamentoya Tirkiyê li gorî sîstema dikdtorîyê tê rêvebirin, heta Serokê Tirkiyê Erdogan tiştekê nebêje, rola hikûmetê jî nîn e.

Parlementera HDPê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan zêdeti ji 110 rojan e di grêva birçîbûnê de ye.

 

S. B