Rûhanî dest jikar berdana Zerîf red kir

Peyvdarê Wezareta Derve ya Komara Islamî Behrem Qasimî da xuyakirin, ku Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî dest jikar berdana Wezîrê DerveMhemed Cewad Zerîf red kiriye

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Wezareta Derve ya Komara Islamî Behrem Qasimî da xuyakirin, ku Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî dest jikar berdana Wezîrê DerveMhemed Cewad Zerîf red kiriye.

Qasimî di malpera fermî ya Wezareta Derve de da xuyakirin, dest jikar berdan a Zerîf ji alî Serokomar ve nehatiye pejirandin û ev yek ji ofîsa Serokomariyê ve hatiye diyar kirin.

Serokê Ofîsa Serokomar Mehmûd Waizî jî da bû destnîşankirin, ku Ligel Serokomar Rûhanî yek siyasetek derve û yek Wezîrê derve heye.

 

 

C.B