Planek Fransa a vegerandina DAIŞiyên Fransî nîn e

Serokê Fransa radighîne, ti planeke wan ji bo vegerandina çekdarên Fransî yên dinav DAÎŞê de nîn e, û divê li welatên, ku lê hatine girtin werin dadgeh kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Fransa radighîne, ti planeke wan ji bo vegerandina çekdarên Fransî yên dinav DAÎŞê de nîn e, û divê li welatên, ku lê hatine girtin werin dadgeh kirin.

Serokê Fransa Emmanuel Macron ragihand, divê çekdarên Fransî yên dinav DAÎŞê de li Sûriyê û Iraqê hatine girtin li wan welatan bên dadgeh kirin. Fransa tenê dixwaze, sizaya bidarvekirinê ji bo sizaya zîndanîkirin heta hetayê were guhertin.

Serokê Fransa got jî, ji mafê Fransiyên ku girtî ne, daxwaza alîkariyê ji Konsulxaneyên welatê xwe bikin. Fransa wê demê mafê wan ê berevanîkirin di ber xwe de diparêze, û dema ku sizayê bidarvekirinê liser wan bê sepandin, dê ji bo zîndanîkirin heta hetayê biguhere.

Makron diyar jî kir, ti planek Fransa ji bo vegerandina çekdarên Fransî yên dinav DAIŞê de, ku li Sûriyê û Iraqê girtî ne, nîn e.

 

 

 

C.B