Ebdulmehdî: Me 250 çekdarên DAIŞ ên dîl wergirtin e

Serokwezîrê Iraqê eşkere dike, wan 250 çekdarên DAIŞê yên dîl wergirtin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê eşkere dike, wan 250 çekdarên DAIŞê yên dîl wergirtin e.

Li kongreya rojnamevaniya xwe ya heftane, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî red kir, ku welatê wî dîlên DAIŞê yên biyanî wergirtibin û tekez kir, ku wan 250 çekdarên DAIŞê yên Îraqî wergirtine.

Derbarê malbatên çekdarên DAIŞê, Serokwezîrê Iraqê got, bi du awayî dê serederiyê digel wan bikin, hinek wan neçar bûn e digel DAÎŞê biçin, yên din jî, dê ligorî rewşa wan serederî digel wan bê kirin.

Derbarê çekdarên DAIŞê yên biyanî, Ebdulmehdî got, ew pêşwaziyê li çekdarên biyanî yên DAIŞê nakin, ku welatê wan, wan red dikin.

Beriya niha hatibû ragehandin ku Hêzên Sûriya Demokrat 14 çekdarên Fransî yên DAIŞê ku li Sûriyê girtibûn, radestî Hikûmeta Iraqê kiriye.

 

 

 

C.B