CDU: DAIŞiyên xwedî rêgeznameya Tirkiye – Almanya nikarin vegerin Almanya
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Desthilatdar a Almanya radighîne, endamên DAİŞê yên xwedî du rêgezname ne, wernagirin.
Seroka Partiya Yekitîya Xirîstiyanên Demokrat a Almanya CDU Annegret Kramp-Karrenbauer di derbarê DAİŞên di destê HSDê de ne got: Hezar endamên DAİŞê ku hevwalatiyên Tirkiyê-Almanya ne, li Bakurê Suriyê ne û ew wan DAIŞiyan, naxwazin werbigrin.
Seroka Partiya Desthilatdar CDU got: Ew kesên ku xwedîyê du pasaportan in û beşdarî DAİŞê bûn e, bila bizanin ew nikarin werin Almanya.
Li gorî hevpeymaniya Partiya Demokratên Sosyal û Yekitîya Xirîstiyanên Demokrat: Ew welatiyên xwedîyê 2 pasaportan tev li rêxistina Terorist DAİŞê bibe, nikarin vegerin Almanya.
Ligorî daxûyaniyên rayedarên Almanya, hejmara DAİŞên ku di destê Rêveberiya Xweser de ne, hevwelatiyên Tirkiyê û Almanya ne, di rêza yekê de ne.
C.B