Ak Partî daxwaza piştgîriyê ji nûnerên civaka Kurdan dike

Rayedarên Ak Partiyê bo hilbijartinên herêmî dixwaza piştgiriyê ji nûnerên civaka Kurdan dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Rayedarên Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) li Enqere û Diyarbekirê bi nûnerên saziyên civaka sivîl, serokeşîr û rûspiyên civakê re hevdîtinan pêk tîne.  Piştî hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê ya li Enqereyê, Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu jî li Diyarbekirê civînek pêk anî. Rayedarên AK Partiyê, beriya Hilbijartinên Rêveberiyên herêmî, piştgiriya civaka Kurdan dixwazin û amaje dikin ku dê piştî hilbijartinê gavên demokratîk werin havêtin.

Rayedarên Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî), ji bo ku di Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî de bi awayekî dorfireh piştgiriya eşîr, komele, saziyên civaka sivîl û giregirên civakê bigire, civînan pêk tîne. Piştî li Enqereyê, li Diyarbekirê jî Wezîrê Karên Navxeweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu civînek pêk hanî. Di civînê de Soylu rexne li HDP û PKK'ê kirin û got; sedema şer û aloziyên li herêmê PKK ye. Serokê Berê yê Şaxa Ak Partiya Diyarbekirê Muhamed Dara Akar jî amaje kir ku Hikûmeta Ak Partiyê  tevî astengiyan ji roja ku bûye desthilatdar û heta îro, ji bo Çareserkirina Pirsgirêka Kurd gelek gavên wêrek havêtiye.

Muhamed Dara Akar ji K24ê re got: "Mebesata van civînan ew ku politikaya Hikûmeta AK Partiyê ya derbarê rêveberiyên herêmî de were destnîşankirin. Piştî hilbijartinê gavên ku Hikûmeta AK Partiyê di warê demokrasî û çaksaziyê de di nava 17 salan avêtine dê bi awayeke pêşdetir werin avêtin."

Rayedarên AK Partiyê, ji nûnerên sazî û giregirên civakê; ji bo hilbijartinan piştgiriyê dixwazin û amaje dikin ku dê piştî Hilbijartinên 31'ê Adarê, ji bo Çareserkirina Pirsgirêka Kurd gavên nû werin havêtin. Rayedarên AK Partiyê xwe wekî temînata aramî û aştiyê pênase dikin û ji civakê re dibêjin; ji bo berdewamiya aramî û aştiyê divê piştgiriya wan were kirin. Beşdarên civînan jî ji hikûmetê daxwaza rawestandina şer û aloziyan dikin. Li gorî ku yek ji rûspîyên civaka Kurd Hesen Şakar jî dibêje; bi destê AK Partiyê herêm aram bûye.

Hesen Şakar dibêje: "Em her tim dixwazin ku Diyarbekir di nav aramiyê de be. Em dixwazin xebatên xweş li vê dere werin kirin. Em dixwazin xwîn bisekine.  Em dixwazin her kes li mala xwe di nav aramiyê de bijî. Diyarbekirê babetê vê ye. Heta niha bajarên ciranên me di aramiyê de bûn lê li Diyarbekir aramî nebû."

Rayedarên Hikûmeta AK Partiyê di civînên li Enqere û Diyarbekirê de jî rexneyên tund li siyasetmedarên HDP'ê dikin. Li beramberî vê yekê qala gavên ku ji bo Çareserkirina Pirsgirêka Kurd û pêşvebirina aboriya bakur hatine avêtin dikin. Piraniya sazî, komele û kesayetên ku beşdarî civînan dibin, nêzî AK Partiyê ne. Aliyên nêzî HDP'ê yan nayên vexwendin an jî beşdar nabin. Daxwaza civaka Kurdan ew e ku hesabên hilbijartinê li ser aştî û aramiyê neyên kirin û gavên ku di pêvajoya çareseriyê de bi wêrekî dihatin havêtin, car din werin havêtin.