Husên Qayîdî: Iraq û aliyên navdewletî bi erkên xwe li hember revandiyên Êzidî ranebûne

Rêveberê Nivîsîngeha Kurdên Êzidî Rizgarbûyên ji Destê DAIŞê Husên Qayîdî beşdarî bernameya “Rojev” a Kurdistan24 bû û ragihand, di jenosida Tebaxa 2014an de çekdarên DAIŞê 6417 Êzidî hatin revandin. DAIŞê her cureyeke eşkenceyê bi serê wan revandiyan de anîn. Zarok li ser hizra tundrewiyê, çek, kuştina mirovan û xweteqandinê perwerde kirin û pîskologya zarokan têk dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberê Nivîsîngeha Kurdên Êzidî Rizgarbûyên ji Destê DAIŞê Husên Qayîdî beşdarî bernameya “Rojev” a Kurdistan24 bû û ragihand, di jenosida Tebaxa 2014an de çekdarên DAIŞê 6417 Êzidî hatin revandin. DAIŞê her cureyeke eşkenceyê bi serê wan revandiyan de anîn. Zarok li ser hizra tundrewiyê, çek, kuştina mirovan û xweteqandinê perwerde kirin û pîskologya zarokan têk dan.

Got jî: Rizgarkirina zarokan bi tenê ne bes e, belkû pêwîstî bi ji nû ve pêgihandina wan heye, da ku vegerin jiyana xwe asayî û tevlî civakê bibin, erkê nivîsgeha me tenê rizgarkirina Êzidiyan e, lê ew karên din ên pêgehandinê vedigere dam dezgehên hikûmî û rêxistinên navdewletî. Mixabin ta niha ti aliyekî ji saziyên Netewên Yekgirtî û rêxistinên mirovî û rêxistinên taybet bi zarokan xwe nedaye ber da ku navendeke taybet ji bo ji nû ve ev zarok bêne pêgehandin vekin.

Herwiha got: Li ser biyara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî heta yek dîl di destê DAIŞê de mabe, Navenda Rizgarkirina Êzidiyan di karê de dê berdewam be û her kesek agahiyekê li ser girtiyekî Êzidî bigihîne, emê hewla rizgarkirina wî bidin. Niha lêgerîn û hewla girtiyan jî berdewam e.

Li ser çarenivîsa revandiyên Kurd ên Êzidî Rêveberê Nivîsîngeha Kurdên Êzidî Rizgarbûyên ji Destê DAIŞê got jî: Heta niha nêzîkî 3040 Êzidî hîna di destê DAIŞê de ne, li gor zanyariyên me piraniya wan jî di jiyanê de ne. Herwiha heta niha 68 gorên bikomî li başûrê Şingalê hatin dîtin, lê hîna ew gor bi awayekî zanistî nehatine vekirin û tê pêşbînîkirina ku piraniya wan goran ên Kurdên Êzidî ne û heta termên di wan gorên bikomî neyin naskirin, ti amareke rast li ser girtiyan nîn e.   

Li ser avadankirina Şingalê Husên Qaîdî got: Du sal in Şingal hatiye rizgarkirin, lê ta niha ti projeyeke xizmetguzariyê û vegerandina xelkê Şingalê li ser mal û milkên xwe ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehatiye kirin, li hember wê dema navçeya Geyara hat rizgarkirin, hikûmeta Iraqê 15 milyar Dînar ji bo avadenkkirina terxan kir. Herwiha hebûna hebûna bi hezaran bombeyan di nava malên Şingalê de û hejmarek ji grûpên çekdar li Şingalê jî bûye sedemek ku xelkê Şingalê nikaribin vegerin ser warê xwe.  

Ji aliyê xwe ve, lêkolînerê di warê Mafên Pêkhateyan de Xidir Dumilî ji K24ê re got, armanca êrîş û tawana DAIŞê li ser Şingalê di meha Tebaxa 2014an de ji bo qirkirina Êzidiyan bû û Kurdên Êzidî li ser xaka xwe koçber bibin û nasname, ola û cihên wan ên pîroz nemînin. Di encama wê tawanê de nêzîkî 400 hezar kes derbider bûn û koçberî Herêma Kurdistanê, Iraq, Sûriye û Tirkiyê bûne.

Herwiha got: Heta niha ne civaka navdewletê û ne hikûmeta Iraqê ên soza vegerandina ewlehî û aramiyê ji bo Şingalê dane ji bo Kurdên Êzidî vegerin ser mal û milkên xwe, bi erkên xwe ranebûne.

 

 

S. B