Bi vîdyo.. Kurdistan24 dîmenên şerê Baxozê vediguhêze

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tîma Kurdistan24ê di nîvê şevê de derbasî bereyên sere li dijî DAIŞê li Baxozê dawî berîka DAIŞ kirin û dîmenên şer tomar kirin
kurdistan24.net

K24 – Baxoz

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tîma Kurdistan24ê di nîvê şevê de derbasî bereyên şer li dijî DAIŞê li Baxozê dawî berîka DAIŞ kirin û dîmenên şer tomar kirin.

Peyamnêrê K24ê li Baxozê Ekrem Salih da zanîn, şerekî giran di nava taxên Baxozê de di navbera şervanên HSDê û çekdarên DAIŞê de rû dide. DAIŞê hemû malbatên xwe û çekdarên birîndar di çend rojên bûrî de ji Baxozê derxistin û bi çekdarên professional li ser erdê û di tunelan de rûbirûyî şervanên HSDê dibe.

Peyamnêrê me amaje bi wê yekê kir jî, şervanên HSDê karîn komgehên çekan ên DAIŞê bi temamî jinav bibin.

Şervanekî HSDê li bereyên ser şerê li Baxozê ji K24ê re got: "Me derfeta da çekdarên DAIŞê da xwe radestî me bikin, lê wan ew sivîl wek mertalên zindî bikar tannin, lê ew sivîl ji wan reviyan. DAIŞê duhî hewl da êrîş bike, lê me êrîşa wan şikand û niha şerekî giran diqewime û me DAIŞ ji sê aliyan ve dorpêç kiriye."

Şervanekî din jî got: "Niha şer û pevçûnên pir dijwar li eniyên Baxozê ne. Çekdarên DAIŞ di çarçova her teng de li Baxozê mane û dixwazin xwe li wir biparêzin, lê şervan bi awayekî pir dijwar li wan didin û ji her sê aliyan ve lê didin."

Peyamnêrê me da zanîn jî, HSD hewl dide di zûtirîn dem de DAIŞê li Baxozê jinav bibe û firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî jî ji esmanan ve liv û tevgera DAIŞê dişopîne û bombebaran dike.