HSD: DAIŞ bi otombîlên teqîner û tunelan li ber xwe dide

Şerê li Baxozê li dawî berîka DAIŞê li Dêrazorê bi giranî berdewam dike, tevî giraniya lêdanên HSDê, lê DAIŞ jî bi riya otombîlên teqîner û bikaranîna tenelan berevaniyeke tund dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Baxoz

Şerê li Baxozê li dawî berîka DAIŞê li Dêrazorê bi giranî berdewam dike, tevî giraniya lêdanên HSDê, lê DAIŞ jî bi riya otombîlên teqîner û bikaranîna tenelan berevaniyeke tund dike.

Peyamnêrê K24ê li Baxozê da zanîn, şervanên HSDê ku ji sê bereyan ve êrîşî ser Baxozê dikin, ji bereya Sosê ve bipêş dikevin û ji bereya Çiyayê Baxozê ve jî derbeyên giran lê didin.

Şervanekî HSDê ji K24ê re got: “Em ji mihweran ve lê didin û li piştî wan ve jî çem e, ango tişt ji wan re nemaye û bi ya xwedê di çend rojên bê de emê biser bikevin.”

Ta niha asoyên bidawîbûna vî şerî ne diyar in. DAIŞ bi riya otombîlên teqîner di vê rûbera teng de bikar tîne, lê şervanên HSD karîn 3 otombîlên teqîner birûxînin. Herwiha DAIŞê hejmarek mezin ji mayînan li derdora Baxozê vedane.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mustefa Balî ji K24ê re got: “Ev du roj in bi dehan otombîlên teqîne me bê bandor kirin, ji nava wan jî 3 otombîlan êrîşî çeperên me kirin, lê hatin teqandin. Bi giştî DAIŞ bombe, otombîlên teqîner û tunelan bikar tîne.”

Peyamnêrê K24ê amaje bi wê yekê, tê pêşbînîkirin serkirdeyên refa yekemîn a DAIŞê li Baxozê ne û ew vî şerî birêve dibin.