Peyamnêrê K24ê: 7 zarokên Kurd ên Êzidî ji Baxozê hatin rizgarkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyamnêrê K24ê li Baxozê da zanîn, îro 7 zarokên Kurd ên Êzidî ji Baxozê derketin.
Peyamnêrê K24ê li Baxozê Ekrem Salih ku diyar kiribû, îro hejmarek ji malbatên DAIŞê ji Baxozê derketin, di nava wan de 7 zarokên Kurd ên Êzidî hebûn.
Bi tengbûna dorpêça HSDê li ser Baxozê dawî berîka DAIŞê li Dêrazorê, di 2 rojan nêzîkî 6 hezar û 500 çekdar û malbatên DAIŞê ji Baxozê derketinibûn.
Ji 9ê vê mehê HSDê Baxoz bi awayekî tund dorpêç kiriye û ji wê demê vê bi hezaran xelk ji Baxozê derdikevin û xwe radestî HSDê dikin, berî çend rojan jî 21 jin û zarokên Kurd ên Êzidî yên ji Baxozê hatibûn rizgarkirin û vegeriyan Şingalê.
S. B