Jinek û 14 zarokên Kurd ên Êzidî ji Baxozê hatin rizgarkirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jinek û 14 zarokên Kurd ên Êzidî ji Baxozê dawî berîka DAIŞê rizgar kirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jinek û 14 zarokên Kurd ên Êzidî ji Baxozê dawî berîka DAIŞê rizgar kirin.

Peyamnêrê K24ê li Baxozê Ekrem Salih da zanîn, proseya derxistina sivîl û malbat DAIŞê li Baxozê berdewam e, duhî nêzîkî 2 hezar kes ji Baxozê hatin derxistin, di nava wan de jineke û 14 zarokên Kurd ên Êzidî hebûn.

Zarokê Kurd ê Êzidî Cedan Semîr Reşo ji K24ê re got: “Çekdarên DAIŞê derbasî Şingalê bûn, em bi malbatên xwe re derketin. DAIŞê em girtin û em birin Sûriyê. Jin û mêr ji hev cuda kirin. Em hemû li hewşa malekê kom kirin û sekvanek jî li ser wê malê danîn, da me bikuje, lê emîrê wan got, van nekuje. Piştre mêrek û keçek birin û jin hîştin. Piştre em anîn Tileferê û li wir jinên bi temen birin Şingalê û em jî xistin malekê û derî li ser me girtin û nehîştin em derkevin.”

Peyamnêrê me got jî, HSD jina bi navê Nadya Berekat Qasim û ew 14 zarok jî veguhastin bajarokê Amûdê, ta radestî Mala Êzidiyan bike, ta ji bo Şingalê bên veguhastin.

Berî çend rojan jî HSDê 23 jin û zarokên Kurd ên Êzidî ji Baxozê rizgar kiribûn, piştre jî ew bo Duhok û Şingalê hatibûn veguhastin.