HSD: Dibe ku îro dawî karwana sivîlan ji Baxozê bê derxistin

HSD radighîne, dibe ku îro dawî karwana welatiyên sivîl ji Baxozê bê derxistin û êrîşa dawiyê ji bo kontrolkirina wî bajarokî destpê bike

K24 – Navenda Nûçeyan

HSD radighîne, dibe ku îro dawî karwana welatiyên sivîl ji Baxozê bê derxistin û êrîşa dawiyê ji bo kontrolkirina wî bajarokî destpê bike.

Serkirdeyê Hêzên Sûriya Demokrat Ednan Efrînî, ji Ajansa Reuters re ragihand, derxistina welatiyên sivîl ji bajarokê Baxoz ê gundewarên Dêrazorê îro jî berdewam dike û ew bi hêvî ne, ku îro ew yek bi dawî were û êrîşa dawiyê ya kontrolkirina wî bajarokî destpê bike.

Navborî got jî, ew dixwazin beriya destpêkirina êrîşê bizanin, ku tu welatiyek sivîl li Baxozê nema ye û piştra êrîşa xwe destpê bikin.

Ji aliyek din ve, Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belav kiriye, ji 16ê meha borî ve û heta niha 17 hezar û 500 kes ji bajarokê Baxozê hatine derxistin, ku 2040 çekdarên DAIŞê jî, dinav wan de hene.

 

 

C.B