Amerika liser Sûriye mûleta pabendbûnê da ye welatên Ewrûpa û Tirkiye

Amerîka roja Îniyê wekî dawî mûlet daye welatên Ewropa ji bo pabendbûn bi plana Amerîka ji bo aramiya rewşa bakurê Sûriyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka roja Îniyê wekî dawî mûlet daye welatên Ewropa ji bo pabendbûn bi plana Amerîka ji bo aramiya rewşa bakurê Sûriyê.

Rojnameya The Wall Street Journal di raportekê de, ku ji berpirsên Amerîka veguhestiye, Îdareya Trump daxwaz ji 7 welatên Ewropa di nav de Fransa û Brîtanya herweha Tirkiyê kiriye, ku bi berpirsiyaretiya xwe rabin û mûlet ta heta Îniyê daye wan, ku piştevaniya pilana wê bikin.

Armanca plana Amerîka rêgirtine ji rûbirûbûna di navbera HSDê û Tirkiyê û vegera DAÎŞê ye, ji bo bakurê Sûriyê.

Rojnameya navborî belav jî kiriye, ku berpirsên pilebilind ên berevaniya Amerîka ji wê re diyar kiriye, ku biryara Trump derbarê hiştina beşek ji Hêzên Amerîka li Sûriyê liser daxwaza welatên Ewropa bû ye, û Fransa niyaza hiştina hêzên xwe li Sûriyê ji wan re tekez kiriye.

Berpirsên navborî diyar jî kirin e, Amerîka dê hêzên xwe li Minbic, Rojhelatê Feratê û Navenda Tenef a ser sînorê Urdinê bihêle.

 

 

C.B