ENKS: PYD li Qamişlo êrîşî ahenga Roja Cîhanî ya Jinê kir

ENKS radighîne, Hêzeke Asayişê êrîşî ahengeke wan ya Roja Cîhanî ya Jinê kirin û aheng bi dawî kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

ENKS radighîne, Hêzeke Asayişê êrîşî ahengeke wan ya Roja Cîhanî ya Jinê kirin û aheng bi dawî kirin.

Emîndariya Giştî ya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê di daxûyaniyekê de ragihand, di dema ku wan ahengek li bajarê Qamişilo yê Rojavayê Kurdistanê bi helkefta Roja Cîhanî ya Jinê lidar dixistin, dewriyeke Asayişa ser bi PYDê ve êrîşî ahenga wan kirin û nehiştin aheng bi xweşî temam bibe. Astengî ji rêkxerên ahengê re çêkirin û axaftinên xerab ji bo serkirdeyên ENKSê gotin.

ENKSê di daxûyaniya xwe de, ew yek bi tundî şermezar kir û got, ew karê wan wê yekê diyar dike, ku  îdîayên wan derbarê hiştina birêveçûna çalakiyên siyasî yên partiyên Encûmenê ne rast in.

ENKSê di dawiya daxûyaniya xwe de bang li xelkê kirin, ku di çalakiyên wan yên meha Adarê de beşdar bibin.

 

 

C.B