Li Tirkiye û Bakur 5 hezar kes di greva birçîbûnê de ne

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji 5 hezaran zêdetir kes ji bo ku goşegiriya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan were rakirin, di greva birçîbûnê de ne.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji 5 hezaran zêdetir kes ji bo ku goşegiriya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan were rakirin, di greva birçîbûnê de ne. Girtiyekî bi navê Zulkuf Gezen di Girtîgeha Tekîrdaxê de ji bo protestokirina goşegiriyê, dawî li jiyana xwe hanî. Malbata Gezer û parlementerên HDP'ê  ragihand ku naxwazin tu kes canê xwe ji dest bide û bang li rayedarên Hikûmeta Tirkiyeyê kir ku rêya hevdîtinên bi Ocalan re were vekirin.

Li Diyarbekirê li ser goristana Yenîkoyê, di navbera polîs û aligirên HDP'ê de alozî derketin. Li ser banga rayedarên HDP'ê; komekê xwest ku li ser gorîstanê bicivin û wecîbeyên olî yên cenazeyê Zulkuf Gezer, bi cih bînin lê polîsan ragihand ku ji aliyê malbatê ve wecîbeyên olî hatine kirin û xwest ku xelk ji derdora gorîstanê belav bibe. Polîsan bi ava şid, destwerdana girseyê kir. Girseyê jî kevir havêtin polîsan. Polîsek birîndar bû, 8 jin hatin binçavkirin. Mamê Zulkuf Gezerî Ehmed Gezer, bang li rayedarên xwedî berpirsiyarî kir ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, hewil bidin  û rê li pêşiya mirinan bigirin.

Mamê Zulkuf Gezer Ehmed Gezer ji K24ê re got: "Pêwîst e ku goşegirî rabe, gel jî xwedî biryar e. Bi salan e ku ev goşegirî heye. Ger goşegirî neyê rakirin dê gelek mirin çêbin mixabin. Divê gel û kesên xwedî berpirsiyarî pêşiya mirinan bigirin."

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî û parlementerên HDP'ê, ligel girseyekê beşdarî taziyeya Zulkuf Gezer bûn. Temellî rexne li hikûmetê kir û got; ev ax ji xwînê têr bû, bila êdî tu kes canê xwe ji dest nede. Temellî bang li Wezareta Dadê jî kir ku rê bide malbat û parêzerên Ocalan da ku pê re hevdîtinan bikin." Parlementerê HDP'ê yê Diyarbekirê Hişyar Ozsoy jî rexne li hikûmet û MHP'ê kir û got; ew siyaseta nijadperestî dikin lê em ê heta ku goşegirî were rakirin, dê li ser çalakiyên xwe berdewam bin.

Parlementerê HDP'ê yê Diyarbekirê Hişyar Ozsoy  ji K24ê re wiha axivî: "Tu kes mirinê naxwaze; em jî naxwazin û çalakên di grevê de ne jî naxwazin. Lê çalakvan dibêjin ji bo ku dengê me were bihîstin me dest bi grevê kir. Ev şerma vî welatî ye. Em piştgiriya çalakvanên grevê dikin. Ji ber ku kesekî din canê xwe ji dest nede divê ev pirsgirêk were çareserkirin."

Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê di 8'ê Mijdara 2018'an de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Guven ji 130 rojan zêdetir e ku di grevê de ye. Ligel Leyla Guvenê hin parlementerên HDP'ê jî di nav de li 120 girtîgehan, 5 hezar û 335 kes di greva birçîbûnê de ne. Li gorî ragihandina malbatên girtiyan, rewşa tenduristiya hin girtiyên di grevê de ne; ber bi xirabiyê ve diçe. Daxwaza girtî, malbat û rayedarên HDP'ê ew e ku goşegiriya li ser Ocalan were rakirin lê hîn jî ji aliyê hikûmetê ve tu gav nehatine havêtin.