HSDê kampa Baxozê kontrol kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kampa Baxozê bi temamî kontrol kir û hejmarek ji çekdarên DAIŞê desteser kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kampa Baxozê bi temamî kontrol kir û hejmarek ji çekdarên DAIŞê desteser kirin.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mustefa Balî ragihand, piştî şerê çend rojên bûrî, şervanên HSDê derbasî kampa Baxozê bûn û kontrol kirin.

Aşkere kir jî, operasyona wan li dijî DAIŞê bidawî nebûye û hîna hejmarek ji çekdarên DAIŞê niha şer dikin û xwe radestî wan nakin.

Balî da zanîn, bi sedan çekdarên DAIŞê yên birîndar ku di kampa Baxozê de xwe veşartibûn ji aliyê şervanên HSDê ve hatin desteserkirin.

Ji aliyê xwe ve jêderekî ji Fermandariya Giştî ya HSDê ji K24ê re ragihand, heta niha Baxoz bi temamî nehatiye kontrolkirin, lê tenê kampa Baxozê ketiye destê wan.

Baxoz dawî berîka DAIŞê li Dêrazorê ye, HSD jî ji çend hefteyan ve bi hevkariya firokeyên şer yên Hevpeymaniya Navdewletî ve dest bi kontrola wê kiriye, lê ji ber hebûna hejmarek mezin ji sivîlan êrîş bi hişyarî birêve diçe.

 

S. B