Baxoz: Bi sedan çekdarên DAIŞ xwe radest kirin

Bi sedan çekdarên DAÎŞê li Baxozê xwe radestî HSDê kirin, û HSD kuştina 24 çekdaran ragihand

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi sedan çekdarên DAÎŞê li Baxozê xwe radestî HSDê kirin, û HSD  kuştina 24 çekdaran ragihand.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belav kiriye, zêdetirî ji hezar kesan, ku piraniya wan çekdarên DAÎŞê ne li bajarokê Baxozê xwe radestî Hêzên Sûriya Demûkrat HSDê kirin e û eşkere kir, ku gelek ji wan çekdaran brîndar in.

Ji aliyê xwe ve, Navenda Ragehandina Hêzên Sûriya Demokrat HSDê di daxûyaniyekê de ragihand, li çend demijmêrên borî, şervanên wan li çend bereyên şer pêşketine û xalên xwe qayim kirin e, û 24 çekdarên DAÎŞê jî kuştin e, ku termên 7 ji wan di destê HSDê de ne.

HSDê ragehand jî, xwekujekî xwe li nêzîkî hêzên wan teqandiye û di encam de şervanek wan brîndar bûye, HSDê got jî, firokeyên Hevpeymanan bi berdewamî pêgehên DAÎŞê bombebaran dikin.

 

 

C.B