Netanyahu ji ber Golanê spasiya Trump dike

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji ber helwesta wî ya derbarê herêma Golanê de, spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji ber helwesta wî ya derbarê herêma Golanê de, spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir.

Duhî Serokê Amerîkayê Donald Trump li hejmara xwe ya “Twitter” belav kiribû, piştî 52 salan êdî dema hatiye ku Amerîka bi fermî serweriya Îsraîlê li ser bilindahiyên Golanê nas bike.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî tiwtta Trump, pêşwazî li helwesta wî a derbarê herêma Golanê de kir û ev helwesta wî weke pêngaveke dîrokî bi nav kir.

Netanyahu li twitta xwe nivîsî: “Di dema Îran hewl dide xaka Sûriye ji bo xwe bikar bîne û jê ve Îsraîlê hilweşîne, Serok Trump bi dilêrî danê bi serweriya Îsraîlî li ser bilindahiyên Golanê dide. Spas birêz Serok.”

Bilindahiyên Golanê di navbera Îsraîl û Sûriyê de ye di şerê sala 1967an de kete bin kontrola Îsraîlê û heta niha jî di bin kontrola wî welatî de ye.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Sûriyê nameyek arasteyî Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî kir û tekez kir, Golana dagîrkirî beşek ji xaka Sûriyê ye û daxwaz kir helwesteke fermî di vê derbarê de bide.

 

S. B