“Bexdadî xwe veşartiye û firoke li dû wî digerin”

Li gor raporteke rojnameya “Sunday Times” a Brîtanîm Rêberê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî li navçeyeke xwe veşartiye û firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê wî bicih nahêlin. DAIŞ jî plana encamdana kiryarên teroristî li Ewropa dadirêje.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya Brîtanî nivîsiye, şikestina DAIŞê li Baxozê nayê wateya bidawîhatina DAIŞê, ji ber ku li dawî pêgeha DAIŞê belge ketine destan ku ev rêxistina terorê amadekariyê dikin û ji bo piştevaniya endamên şanên nivistî li Ewropa bikin.

Di nameyekê de ku di meha Çileya bûrî bo serkirdeyekî xwecihî li Sûriyê hatiye şandin û navê Ebû Tahir Tacîkî tê de hatiye, ku plana wî ji bo hevkariya endamên DAIŞê li Ewropa heye ji bo encamdana kiryarên terorî û li derveyî Sûriye jî xelkekî din bike endam û çakdarên DAIŞê.

Di wê namyê de tê behskirin, ku hin kes ser bi Ebû Tahir Tacîkî ve hene dikarin li navçeyê derveyî Iraq û Sûriyê kar bikin û tê xwastin molet bo wî were dayîn ku ofîsa pêwendiyên derve ji bo serperiştîkirin û rêvebirina kiryarên teroristî li Ewropa û hin navçeyên damezrîne.

Rojnameya Brîtanî amaje bi wê jî kiriye, Bexdadî û hevalên xwe, xwe li beyabana di navbera Iraq û Sûriyê de veşartiye û ji bo xwe winda bike, her car cihê xwe diguhêre, lê firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî bi berdewamî çavdêriya wê navçeyê dikin.

S. B