Buldan: Tecrîdê rakin, xwekuştinan rawestîn in

HDP, KCD, DBP û DTK bi daxuyaniyeke hevpar bang li raya giştî kirin ku, hember grevên birçîbûnê bêdeng nemînin û piştevaniya wan bikin...

K24 – Navenda Nûçeyan

HDP, KCD, DBP û DTK bi daxuyaniyeke hevpar bang li raya giştî kirin ku, hember grevên birçîbûnê bêdeng nemînin û piştevaniya wan bikin.

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan di daxuyaniya hevbeş de got, bang li desthilatê dikin ku gavek tecrîda li ser Ocalan rake û rê bide hevdîtina malbatê.

Perwîn Buldan - Hevseroka HDP diyarkir:

"… Hin wezîr meydan bi meydan digerin û pesnê vê şermezariya dîrokî didin. Hun çi bikin jî, nikarin ji berpirsiyariyê birevin. Mirina Kesên di bin parastina dewletê de, berpirsiyariya we ye. Îro careke din bang li raya giştî û hemû aliyên siyasî û civakî dikim ku, bêdeng nemînin. Bo kesek din jî canê xwe jidest nede piştgirî bidin hewldanên me. Dengê xwe bilind bikin da ku rewş xeraptir nebe.

Divê gavek zûtir rê were dayîn ku malbata Ebdula Ocalan serdana Îmraliyê bike.

Careke din bang li desthilatê dikin, mafên yasayî û rewa asteng nekin. Tecrîda çar salan dawî bînin."

 

 

C.B