Li Rihayê welatiyekî Kobanî bi kêrê hat kuştin

Welatiyekî Kobanê li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê di dikana xwe de bi kêrê hate kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Welatiyekî Kobanê li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê di dikana xwe de bi kêrê hate kuştin.

Jêderekî ji malbata Hemoç ji K24ê re da zanîn, şeva bûrî dema Hemodê Bekir Hemoç li Rihayê li dikana xwe bû, welatiyekî Tirk bi kêrê êrîşî wî kir û kuşt.

Wî jêderî da zanîn, Hemodê Bekir Hemoç zaveyê salekê ye û îro demjimêr 15:00 termê wî ji Rihayê bo Kobanê hat veguhastin.  

Li gor zanyariyan, kujer piştî bûyerê xwe radestî hêzên polîsan kir.  

 

Hemodê Bekir Hemoç
Hemodê Bekir Hemoç