Nirxandina mafnas û parezaran li ser redkirina itirazên HDPê

Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê, di encama Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî de bi hejmareke kêm a dengan çend şaredarî bi dest nexist û ji bo ku ji nû ve deng werin hejmartin, serî li Lijneya Hilbijartinê da, lê belê Lijneyê daxwaza HDP'ê red kir. Mafnas û siyasetmedarên parêzer ên HDP'ê dibêjin; di hilbijartinan de gelek deng hatin dizîn, gelek deng nehatin hejmartin û ya tê kirin neheqiyeke mezin e.

K24-Amed

Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê, di encama Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî de bi hejmareke kêm a dengan çend şaredarî bi dest nexist û ji bo ku ji nû ve deng werin hejmartin, serî li Lijneya Hilbijartinê da, lê belê Lijneyê daxwaza HDP'ê red kir. Mafnas û siyasetmedarên parêzer ên HDP'ê dibêjin; di hilbijartinan de gelek deng hatin dizîn, gelek deng nehatin hejmartin û ya tê kirin neheqiyeke mezin e.

Encamên Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî, bi xwe re gelek nîqaş jî anîn. Li ser nerazîbûna AK Partî, MHP û CHP'ê, li gelek bajaran deng ji nû ve tên hejmartin. Lê nerazîbûnên HDP'ê, tên redkirin. HDP'ê şaredariya Mûşê bi 538 dengan, şaredariya Melezgirta Mûşê bi 3 dengan, Tetwana Bedlîsê bi 295 dengan wenda kir û rikeberê HDP'ê ango AK Partiyê şaredarî bi dest xistin.  Meral Daniş Beştaş parlementera HDP'ê ya Sêrtê ye. Beştaş di heman demê de jî parêzer e. Li gorî ragihandina Beştaş, redkirina daxwazên HDP'ê neheqiyeke mezin e û ji hiqûqê dûr e.

Meral Daniş Beştaş – perlemantar a HDP'ê ya Sêrtê, dibêje:"Em dizanin ku neheqiyeke mezin heye. Deng dizine, yên ku ne hilbijêr anîne. Lê nerazîbûnên me red dikin. Di hiqûqê de navê vê tiştê tune ye. Ev nasnekirina hiqûqê ye. Dema ku ew winda dikin û deng ji nû ve tên hejmartin dibêjin ev li gorî hiqûqê ye lê dema ku HDP nerazîbûna xwe tîne zimên hiqûqê nas nakin."

Li gorî nirxandina rêveberên HDP'ê, di hilbijartinan de dengên HDP'ê hatine dizîn lê dibe ku di hejmartina dengan de çewtî û şaşî jî hatibin kirin. HDP'ê şaredariyên Avkevira Agiriyê bi 144 dengan, Kercewsa Êlihê bi 43 dengan, Wêranşara Rihayê bi 757 dengan û Şemzînana Colemêrgê bi 154 dengan wenda kir. Li gorî parêzvanê mafê mirovan Racî Bîlîcî jî li bajarên ku AK Partiyê bi 100 hezaran zêdetir deng, şaredarî wenda kirine, nerazîbûna wan tê qebûlkirin lê li cihên ku HDP'ê bi 3 dengan wenda kiriye, nerazîbûna wê neyê qebûlkirin. Bîlîcî vê rewşê bi cotestandart dinirxîne û dibêje; ev yek zirarê dide demokrasiya welêt.

Racî Bîlîcî – parêzervanê mafê mirovan dibêje:"Redkirina nerazîbûnan tê wateya hin pirsgirêkan. Hîle û tiştên nerast hatine kirin. Ji ber vê yekê qebûl nake. Li herêmê jî demeke dirêj qeyûm hatin tayînkirin û dîsa jî desthilatdar bûn. Di şaredariyan de ranteke gelekî mezin heye. Ji ber van sedeman naxwaze (AK Partî) destilatdariya xwe winda bike."

Li gorî nirxanina siyasetmedarên HDP'ê; sedema bi rêjeyeke kêm wendakirina hin şaredariyan, veguhestina hilbijêran, bê isûlû, hejmartin û tomarkirina şaş û betalkirina hin dengan e. Heta niha hemû nerazîbûnên HDP'ê hatine redkirin. HDP dê serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê bide. Ger ji wir jî encamekê bi dest nexe, dê serî li Dadgeha Makezagonê bide. Ger ji Dadgeha Makezagonê jî encameke bi dest nexe, dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bide.