Tirkiye: Em biryara Amerika beramberî Pasdaran qebûl nakin!

Çavuşoglu: Amerîka li aliyekî bi rêxistinên terorê re hevkarî dike, li aliyek din jî Artêşa Fermî ya Îranê wek rêxistina terorê radighîne...

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye biryara Amerîka ya derbarê Pasdarên Îranê de qebûl nake û dibêje, biryarên weha li navçeyê dibin sedemên bêaramiyê. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çawîşoglu piştî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Katarê re, da xuyakirin, Amerîka li aliyekî bi rêxistinên terorê re hevkarî dike, li aliyek din jî Artêşa Fermî ya Îranê wek rêxistina terorê radighîne.

Mewlud Çawîşoglu - Wezîrê derve yê Tirkiyê diyar kir:

"Amerîka destpêkê bi biryareke yekalî, dorpêçî danî ser Îranê û fişar li hemû cîhanê dike ku pabendê biryarê bin. Em gavên weha rast nabînin. Niha jî Artêşa fermî ya Îranê wek rêxistina terorê ragehand. Hê berê Amerîka bixwe dijî derketibûn ku Supay Pasdarên bikeve lîsteya terorê. Ev biryar bi helwesta berê re nagunce.

Ya duyem, PKK jî di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye, lê bi baskê PKKê yê Sûriyê re hevkariyê dike. aliyek, hevkariya bi rêxistina terorê re, aliyê din jî ragehandina artêşeke fermî wek rêxistina terorê.

Tiştên Supay Pasdaran li Sûriyê kirine em rast nabînin û em dijî derketin. Lê ev nabe sedem ku artêşeke fermî wek rêxistina terorê bê dîtin. Biryarên weha li navçeyê dibin sedemê bêaramiyê.

Bi krîzên navçeyê re yekser em rûbirû dimînin. Em biryarên yekalî yên weha rast nabînin û guman û helwestên xwe bo Amerîka dibêjin."

 

 

 

C.B