Zarokên Qamilşlo bajarê xwe pak dikin

Baxçeyeke zarokan li bajarê Qamişlo zarokên jêr 6 saliyê li gulîstanekê kom kirin daku gemar û bermayên xelkê paqij bikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Bi sedema kirîza Sûriyê bandora herî xerap li zarokan hate kirin. Baxçeyeke zarokan li bajarê Qamişlo zarokên jêr 6 saliyê li gulîstanekê kom kirin daku gemar û bermayên xelkê paqij bikin û wekî rêveberiya baxçeyê diyar kirin, armanca wan ew e çanda paqijiyê di nava zarokan de belav bikin.

Bi armanca belavkirina çanda paqijiya jîngeh, mal û hemû deverên li tax û kolanan di nava zarokan de, baxçeyeke zarokan li bajarê Qamişlo nêzî 50 zarokên jêr 6 saliyê li hin gulîstan û cadeyên bajêr gerandin, da ku wan fêrî paqiyê bikin. Berpirsên baxçeyê dibêjin ku zarok bingeha civakê ne û rastkirina civakê ji zarokan destpê dike, loma wan ev kampîn dane berxwe.

Ji aliyê xwe ve zarokên beşdar bi dilxweşî dever paqij kirin û piraniya wan tekezî li ser paqijiya tevaya bajêr û dezgeh û deverên giştî kirin û wekî ew hatine perwerdekirin gotin, pêwist e serederiya bi hemû deverên giştî re mîna mala xwe bê kirin.

Di heyama 8 salan de ji kirîza Sûriyê, bandora herî xerap li zarokan hate kirin û baceya şer û pevçûn li gel guvaşa derûnî bêtir zarokan da.
Li gorî rêveberiya baxçeya navbûrî wan dest bi vê kampînê kirine û ew bi niyaz in ku li hemû bajaran çalakiyên weha bikin, da ku encam û bermayên şer û cengê zû bê jibîrkirin.