Sirîlanka: Bombek hat pûçkirin û hijmar a qurbanîyan gehişte 790 kuştî û birîndaran
K24- Hewlêr
Bombek a çandî li nêzîk firokexane ya nêvdewletî ya Kolompo hat pûçkirin û polîsên Sirîlanaka jî diragehîne, wan heya niha 13 kes girtine û hijmar a kuştîyan ji encam a wan teqînan gehiştîye 290 kesan.
Jêderekî ji polîsên Sirîlankayê bi ajans a Firans Pirês ragehandîye, berebeyan evro li nêzîkî firokexane ya nêvdewletî ya Kolompo, li ser rê ya xelkê,wan bombek a destî ya çandî pûçkirine .
Amaje bi wê yekê jî kirîye ku ew bomb direngî şev a bûrî hatîye çandin û pişkeke ji kar ên teroristî yên ku duhî hatibûn encamdan.
Ji alîyek dî ve, desthilatdar ên Sirîlankayê, aşkerakirine, heya niha 13 kes bi guman a peywebdî yên wan bi zincîre teqînên duhî ve hatîne girtin. Ew 13 kes jî li cih ên cûda li Kolompo ya paytext hatîne girtin û hemû jî ser bi yek girûp a tundrewin.
Duhî berebeyanê, heşt teqîn bi dûv hev re rûdan li Kolmpo ya paytext a Sirîlankayê li hijmarek a Hotêl û Dêran. Polîs a Sirîlanka jî ragehandîye ku hijmar a qurbanîyan gehiştîye 290 kuştî û 500 birîndaran.