Parteke Elman siloganan bi zimanê Kurdî belav dike
K24-Emanîya
Bi nêzîkbuna dema hebijartinên Parlemantoya Europa , tevaya Partiyên siyasî yên Europî bangeşê dikin jibo gelek dengan bi dest bixin . Partiya Marks Lînîn ya Elman jibo cara duwem diruşmên xwe bi kurdî belav dike û daxwaza Azadîya kurdistanê dikin , ku yek ji 20 kandîdên wan Kurde .
Azadî bo Kurdistan , asayîye ku hun vê siloganê li Kurdistanê bibînin , lê li Elmanya na . Ev yek ji diruşmên bangeşeya helbijartinêya partiya Marks Lînîn ya Elmane jibo parlematoya Europa .
MLPD parteke Komunîste û jibo kurd û penaberên din yên rûniştiyên Elmanya pakejek taybet çêkirine .
Peter Weispfenning - Gotebêjê MLPD, dibêje:Belê ev silogan didema helbijartinên perlemanê Elmanya de jî me bilind kirin . Azadî bo Kurdistan . daxwaza me ewe, ku kurd azadiya xwe bibin û ne bitenê silogan bin weke hin partiyên din û carna kurdan weke gunehbar binav bikin .em wê erk dibînim ku cîhan hemu bila alîkariya Kurdan bikin , jiber kurdên qehreman azadiyê dixwazin , wisa jî piştevaniya hemû gelên jêrdest dikin .
Di nava vê partiyê de gelek endamên kurd hene û kandîdekî parlemantoya Europa jî heye . ya ku wê di 26 ayara bê de , birêve biçin
Erhan Akturk – Siyasetmedar, got: Ev demeke dirêje partiya MLPDbi çalakane li Elmanya kar dike , jiber wê jî piraniya penaber ji Kurd û Elewî û gelên jêrdes bi xwe digre . Heta niha vê partiyê xebateke baş kirî û pirsên wan anîne rojvê , birastî partiye . Xala girîng ewe pirsên kurdan li vêderê , weke pirsgirêkên ziman û fêrbûna kultûrê û perwerde û gelek xalên jî , di programa mede hene û ev soz bibelge ez dibêjim .
Ev demeke dirêje partiya MLPD bi çalakane li Elmaniya kar dike , jiber wê jî praniya penaber ji Kurd û 'Elewî û gelên jêrdest li xwe digre . Heta niha vê partiyê xebateke baş kiriye û pirsên wan anîne rojevê , brastî partye . Xala girîng ewe pirsên Kurdan li vê derê , weke pirisgirêkên ziman û fêrbûna kultûrê û perwerde û gelek xalên din jî , di programa me de hene û ev soz bibelge ez dibêjm .
Partiya MLPD li sala 1982 ê hatîye damezrandin û opuzisyone û 20 kandîdên wan jibo helbijartinên Europa hene ,ku binavê lîsta Internationale .